Çekdarekî li Taylandê êrîşî kreşê kir: herî kêm 30 kes hatin kuştin
Li Taylandê kesekî çekdar êrîşî kreşeke zarokan kir û 32 kes kuştin, eî kesî piştre jî endamên malbata xwe û xwe jî kuşt.
Bûyer li kreşekê li herêma Nong Bua Lamphu çê bûye.
Li gor zanyariyan, piraniya kesên di êrîşa li ser kreşê de hatine kuştin zarok in. Hatiye ragihandin, ji kuştiyan 23 kes zarok in.
Ji bilî zarokan, mamoste û efserên polîs jî di nava kuştiyan de hene.
Polîsê herêmê ragihandiye, kesê êrîşker piştî kuştina kesên di kreşê de, jin û zaroka xwe jî di mala xwe de kuştine û paşê jî xwe kuştiye.
Polîs di daxuyaniyekê de ragihandiye, kesê çekdar ku êrîşî kreşa zarokan kiriye, pêştir efserekî polîs bûye.
