• Sunday, 22 February 2026
logo

YPG: Fermandarekî me di êrişa Tirkiyê de canê xwe ji dest da

Gulan Media October 7, 2022 Nûçe
YPG: Fermandarekî me di êrişa Tirkiyê de canê xwe ji dest da

 Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku fermandarekî wan ê bi navê “Hasan Demîrtaş” û nasnavê “Koçero Batman” di encama êrîşeke dronên Tirkiyê de li Kobanî canê xwe ji dest daye.

Fermandariya Giştî ya YPGê îro di daxuyaniyeke nivîskî de kuştina wî fermandarê xwe di êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de ragihand.

YPGê amaje bi roja êrîşê nekiriye û tenê diyar kiriye, Fermandar “Koçero Batman” di van rojên dawî de li Kobanê di encama êrîşeke dronên Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

Li gor YPGê, Koçero di sala 1983an de li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê de ji dayik bûye û sala 2014an di dema êrîşên DAIŞê bo ser bajarê Kobanî de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û tevlî berxwedana Kobanî bûye.

Ji fermandarên YPGê “Hasan Demîrtaş” anku “Koçero Batman”di operasyonên li Reqa, Minbic, Eyn Îsa û Tabqayê de beşdar bûye.

Medyaya fermî ya Tirkiyê jî îro ragihand, ku di operasyoneke MÎT de berpirsê giştî yê YPGê li eyaleta Kobanî “Hasan Demertaş” ê bi nasnavên “Koçero Batman/Koçer Amed” canê xwe ji dest daye.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, “Hasan Demertaş” dis ala 2001an de tevlî refên PKKê bûye û piştre derbasî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûye û li wê derê di nav refên YPGê de hin berpirsyarî wergirtine.

 

Rudaw

Top