Şandeke leşkerî ya Almanî serdana wezareta pêşmerge kir
Li gel rayedarên wezaretê civiya.
Îro şandeke leşkerî ya Almanî ya bi Serokatiya Fermandarê hêzên Almanî yên li Kurdistanê Jeneral Echo serdana wezareta pêşmerge kir û li gel Serokerkaniya giştî ya wezaretê civiya.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa giştî ya deverê û rewşa herêma Kurdistanê û mijarên leşkerî û ewlekarî hate kirin.
Her di heman civînê de behsa hevkariyên Almanya û hemahengiya leşkerî ya Almanya û hêzên pêşmerge hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku, Almanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge û reformên nava wezareta pêşmerge de.
