• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr û balyozê Rûsyeyê civiyan

Gulan Media October 4, 2022 Nûçe
Serokwezîr û balyozê Rûsyeyê civiyan

Behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê civiya û derbarê civînê de jî Serokwezîr wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê birêz Ilbrus Kutrashiv û şandeke pê re kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq û deverê û têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Rûsyeyê de kir.

Mijareke dinya civîna me taybet bû bi girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê.

 

Top