• Sunday, 22 February 2026
logo

Rêberê Îranê Elî Xaminêyî derbarê Jîna Emînî de daxuyanî da

Gulan Media October 3, 2022 Nûçe
Rêberê Îranê Elî Xaminêyî derbarê Jîna Emînî de daxuyanî da

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xaminêyî îro bo yekemîn car piştî derbasbûna 17 rojan bi ser bûyera canjidestdana keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî û xwepêşandanên berfireh ên paşê, derbarê bûyerê de axivî.

Ayetullah Elî Xaminêyî îro di merasima derçûna hejmarek efseran li Tehranê amade bû û derbarê bûyera canjidestdana Jîna Emînî de axivî.

Li ser twittera Farsî ya Xaminêyî gotinên wî yên derbarê mijarê de wiha hatiye belavkirin: “Ev bûyera ku hate pêş, keçeke ciwan wefat kir. Bûyereke tal bû. Dilê me jî şewitî. Lê berteka bo vê bûyerê bêyî ku lêkolînek hatibe kirin, ev nebû ku hejmarek kes cadeyê ne ewle bikin, mizgeft û huseyniye û bankan bişewitînin, otomobîlên xelkê bişewitînin. Ev tevger normal nebûn. Ev alozî plankirî bû.”

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê jî, Elî Xaminêyî xwepêşandanên wê dawiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê weke plana dijmin bi nav kir û ragihand, “Ez bi zelalî dibêjim, ew alozî û ne aramî, plana Amerîka û rejîma Siyonîst (Îsraîl) bû û yên pere ji wan werdigirin û hinek îraniyên xayîn li derveyî welatî jî alîkarî dan wan.”

Xaminêyî amaje bi xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Sîstan û Belûçistanê jî kir û ragihand, “dijmin di nirxandinên xwe yên derbarê bakurê rojavayê welat (Rojhilatê Kurdistanê) û başûrê rojhilatê welat (Sîsten û Belûçistan) tûşî şaşiyê bûye”.

Xaminêyî got, “Ez di nava etnîka Belûç de jiyame û ew bi kûrî wefadarê Komara Îslamî ne. Etnîka Kurd jî yek ji etnîkên herî pêşkeftî yên Îranê û wefadarê welat, îslam û sîstemê ne, ji ber wê jî plana wan (dijminan) negirt.”

Rêberê Îranê îdia kir, ku Amerîka ne tenê li dijî komara îslamî lê belê li dijî îraneke bihêz û serbixwe ye û got, “Li pişt perdeya bûyerên wê dawiyê, ew zordar hene û şer li ser mirina keçeke ciwan an hîcab û bê hîcabiyê nîne, gelek kesên ku hîcaba wan temam jî nîne, alîgirên cidî yên komara îslamî ne û di merasimên cuda de beşdar dibin. Şer û ragerşî li ser serxwebûn, berxwedan, û bihêziya Îranê ye.”

Elî Xaminêyî behsa helwesta hin kesayetên navdar ên warê sînema û werzişê yên Îranê kir ku piştgiriya xwe bo xwepêşandanên piştî bûyera canjidestdana Jîna Emînî ragihandine û got, “Bi nêrîna min ti gitingiyeke wan helwestan nîne û divê derbarê wan de hesasiyet neyê nîşandan.”

Xaminêyî derbarê peyam û helwestên hin kesayetan jî ku weke Xewas anku kesên naskirî bi nav kir, got: “Di destpêkê de hin kesan bê lêkolîn û bi egereke zêde ji ber dilsoziyê, daxuyanî dan û nêrîna xwe derbirîn. Hinek ji wan saziya ewlehiyê (polîs) tohetmbar kirin û hinekan jî tevahiya sîstemê tohmetbar kir. Niha ku dîtin bûyer çî ye û encama gotinên wan ligel planên dijminan bûne sedema bûyerên bi çi awayî li cadeyan, divê karê xwe telafî bikin û bi aşkere û biz elalî ragihînin, ew li dijî plana dijminê derve û li dijî wê yekê ne ku çê bûye.”

Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî di berdewamiya axaftina xwe de got, “dema Amerîka wan bûyeran dişibhîne ‘Dîwarê Berlînê’, divê hûn bizanin mesele çî ye, û eger we nezaniye, niha bizanin û bi zelalî helwesta xwe ragihînin.”

Elî Xaminêyî ti axaftina xwe de bi ti awayî behsa wan kesan nekir ku di xwepêşandanên wê dawiyê de ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve bi gulleyan hatine kuştin, lê belê derbarê kesên desteserkirî û kesên beşdar di xwepêşandanan de got, “Ew kesên li cadeyan fesadê û texrîbatan dikin, hemû hikmekê wernagirin, hinek nûciwan û ciwan hene ku ji ber kelecanên bernameyeke internetê têne ser cadeyan. Mirov dikare bi tembîkirinê kesên wisa agahdar bike ku şaşiyê dikin.”

 

 

Rudaw

Top