Rûdaw pişka PDK, YNK û Goranê di kabîneya 9em de eşkere dike
Endamekî şanda danûstankar a PDKê dibêje: “Em îro duşemê dicivin û piştre serdana aliyan dikin.” Parlementerekî Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî wisa bawer e ku "eger aliyên biserketî li ser desteya serokatiya parlementoyê pêk werin, pêkhatina li ser hikûmetê dê hêsan be".
Roja 3 ya vê mehê Encûmena Serkirdetiya PDKê berbijêrên xwe yên ji bo wergirtina postên Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir. Ev jî ti hincetek nehiştiye ji bo paşketina gotûbêjên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê ku niha rojeveke germ e li Başûrê Kurdistanê. Li gor zanyariyên Rûdawê roja sêşemê şanda PDKê bi serokatiya Azad Berwarî dê serdana Silêmaniyê bikin û li gel YNKê bicivin û piştre jî biçin Girê Zergete daku bi Tevgera Goranê re bicivin.
Endamekî şanda danûstankar a PDKê dibêje ku îro duşemê 10-12-2018an dê civîneke navxweyî bikin û piştre dest bi serdanên xwe bikin bo hêzên biserketiyên hilbijartinan: “Ew hûrgiliyên ku di nav xelkê de têne behskirin, hêj îdia û zanyariyên nerast in û dê piştî destpêkirina gotûbêjan zelal bibe ku hikûmeta nû çawa were pêkanîn.”
Lê belê endamekî Fraksiyona PDKê yê li Parlementoya Kurdistanê dibêje ku PDK şanda danûstandinê li ser bingeha 50 bi 50 naşîne cem partiyên din û civîn kirine du pakêt: “Destpêkê dê ji bo wê yekê bixebitin ku berî dawiya îsal Desteya Serokatiya Parlementoyê û hikûmet were yekalîkirin. Piştre hûrgiliyên pêkanîna hikûmetê dibe pakêta duyem a danûstandinan ku ew jî piştî betlaneya serê salê dest pê dike.”
Parlementerê Fraksiyona PDKê Hêvîdar Ehmed, nermbûna PDKê di danûstandinan de bo wê yekê vedigerîne ku PDK naxwaze 23ê Hezîranê dubare bibe û gelek hewl dide ku bi rêkeftina serokatiyan post werin diyarkirin, "lê belê di nav PDKê de nêrînek heye ku naxwaze Komela Îslamî beşdar bibe, lê ev biryara dawî û fermî nîne û şanda danûstankar bi gotûbêj vê yekê yekalî dike".
Peywendiyên telefonî yên di navbera partiyan de, beşeke ji bo tekezkirinê bû li ser wê yekê ku Desteya Serokatiyê were diyarkirin û piştî hilbijartinan desteya serokatiyê û lijneyên parlementoyê, Serokatiya Parlementoyê berbijêrê PDKê yê ji bo wergirtina posta serokwezîrê rabispêre daku kabîneya hikûmetê pêk bîne, lê belê PDK dixwaze di mijara Desteya Serokatiya Parlementoyê de, postên hikûmetê jî ji aloziya nakokiyên navbera partiyan jî derxe, daku dema berbijêrê wê were raspartin, nîvê rê derbas kiribin.
Endamê Fraksiyona YNKê yê li Parlementoya Kurdistanê Ziyad Cebar wisa bawer dike ku "pêkhatina li ser desteya serokatiya parlementoyê, pêkhatina li ser hûrgiliyên hikûmetê jî hêsan dike". Ew parlementerê YNKê bi rast nabîne ku PDK bi sîstema xal û hejmara kursiyan dest bi gotûbêjan bike û li gor wî, Kurdistana bihêz a PDKê ku di bangeşeya hilbijartinan de ragihandibû, bi hikûmeteke bihêz pêk tê "hikûmeta bihêz jî ew e ku beşdarbûyî birastî têde bin û lingekî wan di nav opozisyonê de nebe, lewma PDK û YNK bi hev re dikarin wê hikûmeta bihêz ava bikin".
Herçî Tevgera Goran e, ku ji aliyê PDKê ve hêzeke daxwazkirî ye ji bo beşdariya hikûmetê, dixwaze ji zimanê şanda PDKê ve wê baweriyê bi dest bixe ku Mistefa Seyîd Qadir ku Wezîrê Pêşmerge yê kabîneya berê nehat kirin, di vê kabîneyê de dê bikin? Gelo hêzên Pêşmerge dê bibin yek û pirsgirêka darayî dê were çareserkirin?
Berpirsekî Tevgera Goranê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, venaşêre ku eger li ser wê yekê pêk werin, Goran dê pirsyara wê yekê bike ku di hikûmetê de kîjan post didin tevgerê, "piştre sozên PDKê dê bibin civîna Civat û li wir biryara dawî bidin ku gelo Goran beşdarî dike yan na".
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), pêwîstiya wê bi çar salên aram heye ji bo hikûmet û Kurdistana bihêz a ku soza wê daye. Wisa dibîne ku eger bi çavê hejmara 21 û 12 li YNK û Goranê binêre, ew aramî desteber nabe, ango dê postên wezaretan çawa werin dabeşkirin?
Parlementerê Fraksiyona PDKê Hêvîdar Ehmed li gor zanyariyên xwe dibêje "dabeşkariya wezaretan bi vê şêweyê ye ku PDK 9 wezaret, YNK 5 wezaret, Goran 3 wezaret û Tirkmen û Krîstiyanan jî her yek wezaretek dikeve destê wan. Lê hêj zelal nebûye ku kîjan wezaret in".
Lê belê endamekî serkirdetiya YNKê dibêje ku dabeşkirina postan li ser bingeha xal ji aliyê wan ve hatiye redkirin û diyar dike: “Em bi rêya cografya û rastiya desthilata du parêzgehan ku rûbera 625 kîlometre ye û zêdetir e ji wê rûbera ku di destê PDKê de ye gotûbêj dikin, ne li gor wê yekê ku çend kursiyên me hene.” Herwiha dibêje: “Di şerê rûbirûbûna DAIŞê de me ji PDK zêdetir qurbanî û şehîd dane û îdareya van deveran li cem me ye û nabe behsa wan cure dabeşkirinan li cem me were kirin, lê her çi be em li benda şanda danûstankar a PDKê ne.”
Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di wê baweriyê de ye ku eger bikarin li ser dabeşkirina serokatiyan li hev bikin, “rêkeftina li ser wezaretên siyasî jî giran nabe. Wezaretên ku çavên wan zêdetir li ser e; wezaretên Darayî, Çavkaniyên Sirûştî, Navxweyî û Pêşmerge ne, ew jî dê li gor rêkeftina li ser serokwezîrî û serokatiya parlementoyê werin dabeşkirin.”
Rudaw
