Ehmed Turk: Dibe helbijartinên herêmî bibin destpêkek bo pêvajoyek nû!
Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk ku beriya du salan ji serok Şaredariya Mêrdînê hatibû dûrxistin û şûna wî qeyûm hatibû danîn, dîsa bo hilbijartinên herêmî bû bernamzedê HDPê yê Şaredariya Mêrdînê.
Turk da zanîn, temenê wî êdî gehîştiye astekê û biryar dabû ku êdî dest ji siyasetê berde, lê li hemberî helwestên desthilat û kiryarên qeyûman nexwestiye bêdeng bimîne û careke din bûye namzetê şaredariyê.
Ehmed Turk got, gel dê xwedî îradeya xwe derkeve û nîşan bide ku siyaset û kiryarên qeyuman qebûl nake û got, divê ev hilbijartin bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê jî were dîtin.
Basnews
