Gorran: Ti şertekî me ji bo hikûmeta nû nîne
Serokê civata niştimanî ya Gorranê Cemal Mihemed li ser wan hewlên ku naxwazin Gorran beşdarî hikûmetê bibe, ji BasNewsê re got, em guh nadin wan hewlan ji ber ku ti kes nikare ti tiştekî bi ser me de bisepîne. Çi ji bo me baş be emê wê bikin.
Cemal Mihemed her wiha got, ti şertekî me ji bona ku em beşdarî hikûmetê bibin, nîne. Em li benda hevdîtina bi PDKê re ne. Piştî ku me helwesta PDKê û daxwazê wan dît emê biryara xwe bidin.
Medyaya Gorranê dibêje, YNK ji bona ku Gorran nebe şirîka hikûmetê, çi ji destê wê, dike.
Basnews
