• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û balyozê Brîtanya civîyan

Gulan Media December 9, 2018 Nûçe
Mesrûr Barzanî û balyozê Brîtanya civîyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînekê ligel Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes de qonaxa nû ya pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi vekirina rûpeleke nû binav kir.

Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Brîtanya Martin Warr amade bû, dawî pêşhatên navçê û hewl û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û qonaxa nû ya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin guftûgokirin.

Mesrûr Barzanî qonaxa nû ya pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê bi vekirina rûpeleke nû zanî û hêvî xwast di rojên nêzîk de bi girtina ber a diyalog û guftûgoyên aveker pirsgirêkên mane bêne çareserkirin û zemîne bo çespandina aştî û pêşxistina welat û dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn bê amadekirin.

Balyozê Brîtanyayê ji bilî pîrozbahîkirina li Mesrûr Barzanî bi boneya kandîdkirina ji posta Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêviya serkeftinê jê re xwast û tekezî li ser wê yekê kir, ku welatê wî hevkar dibe ji bo Herêma Kurdistanê avedankirin û pêşketina zêdetir bibîne.

Waar.tv
Top