Pisporekî petrolê: Biryara OPECê bi sûda Kurdistanê ye
Ew çend roj bûn welatên endamên OPECê li paytexta Nemsa-Viyennayê di civînê de bûn. Di dawiyê de biryar dan ku hinartina petrolê kêm bikin ji bo ku nirxa petrolê bigihê îstiqrarê.
Li ser vê mijarê, pisporê bazara petrolê Elî Belo ji BasNewsê re got, ji ber ku Herêma Kurdistanê petrolê difroşe her guhertinek di vî warî de, çi baş çi xirab, bandorê li ser Herêma Kurdistanê dike.
Elî Belo her wiha got, welatên endamên OPECê biryar dane petrolê kêm bikin ev jî dibe sebeba bihabûna nirxa petrolê. Ev bi sûda Kurdistanê ye ji ber ku çi qas petrolê biha bibe sûda wê zêdetir dibe.
Basnews
