• Sunday, 15 February 2026
logo

Pişka Kurdistanê di budceya 2019an de weke %14 hat diyarkirin

Gulan Media December 9, 2018 Nûçe
Pişka Kurdistanê di budceya 2019an de weke %14 hat diyarkirin
Gotûbêjên navbera hikûmet û parlementoya Iraqê li ser projeyasaya budceya sala 2019an di qonaxa sererastkirinê de ye, destewajeya "parêzgehan" bo "Herêma Kurdistanê" hatiye guhertin û pişka Herêma Kurdistanê jî di budceyê de bo %14 hatiye zêdekirin, lê belê hêj hewla endamên Kurd ên Lijneya Darayî berdewam e ku pişka Kurdistanê vegerînin %17ê.



Endamê Lijneya Darayî ya Parlementoya Iraqê û Parlementerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ehmed Sefar dibêje: “Agahiyên gelek baş di rê de ne, bi rêjeyeke baş ew têbînî û daxwazên me ku hebûn û diviyabû werin pêkanîn, hatin sererastkirin. Pişka Herêma Kurdistanê jî bi ti awayî weke %12.7 namîne. Ji bilî vê jî hewla cihvekirina daxwazên me tê kirin derbarê Pêşmerge û şehîd û enfalkirî û zindaniyên siyasî de.”



Erebên Sunnî û nûnerên parêzgehên jêr ên Iraqê ji projeyasaya budceyê nerazî ne, hêj li ser daxwazên wan di navbera parlemento û hikûmetê de gotûbêj hene. Erebên Sunnî daxwaza zêdekirina budceyê ji bo avakirina deverên kontrolkirî yên nû dikin. Beşeke Erebên Şîe jî daxwaza derfeta kar û cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê yên ji bo jêra Iraqê dikin.



Parlementerê Fraksiyona Bunyad, Ednan Esedî dibêje: “Nêrîn û bernameya ciyawaz a hikûmeta niha heye, ango ji hikûmeta berê ciyawaz e. Hikûmeta niha şopa xwe bi rêya wê lijneyê ku li Encûmena Wezîran hatiye pêkanîn, diyar dike. Ev jî ji bo çespandina budce û biserxistina karûbarên budceyê, daku projeyasa venegere hikûmetê û çend mehên din jî paş nekeve.”



Di projeyasaya budceya sala 2019an a Iraqê de, xerciyên dewletê weke 132 trilyon dînar hatiye texmînkirin, dahat jî weke 105 trilyon dînar, ango kêmasî zêdetirî 27 trilyon dînar e.

Rudaw
Top