Federasyona Penaberan ya Kurdistanê: Welatên Ewropî dixwazin penaberên kurd dîport bikin!
Berpirsê Federasyona Penaberan ya Kurdistanê Arî Celal ji BasNewsê re got, welatên Ewropî dixwazin îsal jî penaberên kurd û Iraqê bi zorê vegerînin welatê wan. Haya me ji vê pilanê heye ji ber wê jî em nahêlin.
Arî Celal her wiha got, heta niha me çend caran dîportkirin û dersînorkirina penaberên kurd û Iraqî daye sekinandin, emê dîsa jî hewl bidin pêşiya vê yekê bigirin. Helbet eger hikûmeta Kurdistanê û welatên Ewropî li ser vê yekê rêkeftin bikin, ew tiştekî din e.
Berpirsê Federasyona Penaberan ya Kurdistanê da zanîn, ji sala 2005 heta 2011, herî kêm 7 hezar penaberên kurd û Iraqî hatin dîportkirin û got, par jî hinek hatin dîpotkirin lê piştî ku me nerazîbûn nîşan da, hat sekinandin.
Basnews
