Mûsilî ji tirsa DAIŞê dîsa koçber dibin
Piştî ku herêma Mûsilê bi alîkariya hêzên Pêşmerge ji destê DAIŞê hat derxistin, beşek ji koçberên Mûsilî yên li Başûrê Kurdistanê bûn, vegeriyan ser cih û warê xwe. Lê ev demek e ewên ku vegeriyabûn, dîsa koçber dibin û li wan deverên ku di destê Pêşmerge de ne, bicîh dibin.
Xortekî Mûsilî bi navê Celal Mehmûd li ser vê yekê ji BasNewsê re got, ev demek e em êdî newêrin li nav bajarê Mûsilê bigerin ji ber ku çalakiyên DAIŞê zêde bûne, çekdarên DAIŞê azadane li nav bajêr de digerin.
Celal Mehmûd her wiha got, ji ber wê jî gelek malbatên ku beriya niha ji koçberiyê vegeriyabûn, dîsa koçber bûne û derbasî deverên di destê Pêşmerge de bûne. Ji ber ku ew der aram in.
Basnews
