YNKê bi rêya Berhem Salih ve dijî PKKê rêkeftinek veşartî li gel Tirkiyê pêkanî ye!
Roja 13ê Cotmeha 2018ê BasNewsê bi nûçeyekê aşkera kir ku wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu di serdana xwe ya 11ê cotmehê 2018ê ya paytexta Iraqê Bexdayê de civînek veşartî li gel Berhem Salih pêkanî û di wê civînê de kurê sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî Pavel Talabanî û Lahor Cengî jî amade bûne û di encamê de rêkeftinek veşartî di navbera her du aliyan pêkhat û armanca wê rêkeftinê jî sînordar kirina çalakiyên PKKê yên li navçeya bin desthilatiya YNKê de bûye.
BasNewsê berî naha aşkera kiribû ku yek ji bernameya serdana Çavuşoglu ya Bexdayê jî, guftûgo kirina li gel YNKê ye û bi taybet jî Tirkiye dixwaze bi rêya Bexdayê ve li gel YNKê rêkbikeve.
Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji çavkaniyek taybet ve bidest xistiye, li gor rêkeftina di navbera YNKê û Tirkiyê de hatiye kirin, 35 binkeyên grubên ser bi PKKê yên li sînorê Silêmaniyê û Germiyanê dê bên daxistin. Bi taybet beşdarbûna Berhem Salih a di civîna duh 27.11.2018ê ya polîtburoya YNKê de, bi taybet bi armanca teqez kirina bicîh anîna rêkeftina di navbera YNKê û Tirkiyê de bûye.
Li gor heman çavkaniyê, cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê Qubad Talabanî tenê kesê ku wê rêkeftinê bicîhtîne ye, ku Pavel Talabanî û Lahor Cengî bi rêya Berhem Salih ve li dijî PKKê li gel Tirkiyê îmza kirine.
Li gor zanyariyên BasNewsê ew 35 binkeyên grubên ser bi PKKê yên li sînorê Silêmaniyê û Germiyanê, beşek ji wan binkeyên grubên siyasî ne, beşek jî bi navê karê çapemeniyê, çalakiyên ciwanan û sivîl in.
Basnews
