• Monday, 16 February 2026
logo

Çekdarên heşda şebî êrîşî ser civata parêzgehê kirin

Gulan Media November 28, 2018 Nûçe
Çekdarên heşda şebî êrîşî ser civata parêzgehê kirin
daxwaz tê kirin daku çekdar ji deverê werin derxistin
Li gor daxuyaniyeke parêzgariya Selahedînê, îro hijmarek çekdarên ser bi heşda şebî, êrîşî ser civata parêzgeha Selahedînê kirine.

Li gor daxuyaniyê, çekdarên han di êrîşê de sivikatî û heqaret li kermendan kirine û zirarên mezin yên madî gehandine avahiya civata parêzgehê.

Parêzgariya Selahedînê herwiha daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiriye daku ev çekdarên han ji devera Tikrîtê derbixe jiber ku ev ne cara yekeme ku êrîşên wisa pêk tînin.

Top