• Monday, 16 February 2026
logo

HSDê deverên ji dest dabû, dîsa kontrol kir

Gulan Media November 27, 2018 Nûçe
HSDê deverên ji dest dabû, dîsa kontrol kir
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DIŞIê Sean Ryan ragihand, navçeyên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) çend roj berê ji dest dabûn car din kontrol kirine.

Ryan ji Reutersê re destnîşan kir ku hêzên hevpeymaniyê digel HSDê sînorên Sûriye-Iraqê li hember DIŞIê diparêzin û rê nadin ji Sûriyê derbasî Iraqê bibin.

Dûh hin çavkaniyên medyayî îdia kiribûn ku DIŞIê çend deverên Dêrazorê ji destê HSDê derxistine û ew bajarok hatine valakirin ku ji aliyê berdevkên HSDê ve ew nûçe hatibûn redkirin.
Top