Bazirganiya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê geş dibe
Di civînekê de ku Konsulê giştiyê Tirkiyeyê yê Hewlêrê amade bû, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bona xurtkirina têkeliyên bazirganî û aborî digel Turkiyeyê rê xweş dike û ji bona zêdetir berfirehkirina têkeliyên bazirganî berheviya xwe nîşan da.
Di civînê de hat behis kirin ku piştî bidawîhatian şerê dijî DAÎŞê û kirîza aborî, careke din bazirganî digel Herêma Kurdistanê zêdetir geş dibe û pêşniyar hat kirin ku senterekî daîmî yê bazirganî li Herêma Kurdistanê vekin.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya xelk û hikûmeta Tirkiyeyê kir ku di rewş û demên dijwar de piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye. Serokwezîr piştevaniya xwe ji bo berfirehkirina bazirganiya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê nîşan da û hêvî xwest ku di hemû waran de têkelîyên bi Tirkiyeyê re ber b pêş biçin.
