• Monday, 16 February 2026
logo

“PKK: YNK nikare pêşiya xebata me bigire!”

Gulan Media November 27, 2018 Nûçe
“PKK: YNK nikare pêşiya xebata me bigire!”
Tê gotin ku PKKê li hember fermana qedexekirina çalakiyên xwe li parêzgeha Silêmaniyê bi tundî nerazîbûn nîşan daye û ragihandiye, YNK nikare pêşiya wan bigire û ewê li ser çalakiyên xwe berdewam bin!

Çend roj berê kurê Mam Celal û cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî ferman dabû, partî û dezgehên siyasî yên ku mohleta wan ya kar nîne, divê di nav 24 saetan de bên girtin.

BasNewsê dabû zanîn ku qesta Qubad Talebanî û YNKê, herî zêde partî û dezgehên nêzîkî PKKê ne. Yek ji wan saziyan Tevger Azadî ye ku mohleta wê ya fermî nîne li Herêma Kurdistanê xebat bike.

Tê gotin ku YNK dixwaze bi qedexekirina çalakiyên PKKê, pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re xweş bike da ku dorpêça li ser firokexaneya Silêmaniyê betal bike.

Çavkaniyekî nêzîkî PKKê li ser vê mijarê ji heftenameya Bas re gotiye, rayedarên PKKê gelekî ji wê biryara YNKê aciz bûne û ji rayedarên YNKê re gotine, hûn nikarin pêşiya xebata me bigirin ji ber ku hûn tenê dixwazin Tirkiye ji we razî be!

Roja 4 Cotmeha îsal, kurê mezin yê Mam Celal, Pavil Talebanî bi konsolê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay re hevdîtin kiribû. Li gorî agahiyan, YNKê di wê civînê de soz dabû Tirkiyê da ku çalakiyên PKKê qedexe bike û navendên wan jî bide girtin.

Çavdêrê siyasî Fayîq Gulpî, ku kesekî nêzîkî PKKê ye, li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, hewlên astengkirin û qedexekirina xebatên PKKê ev heyamek e dest pê kirine. Gelek tişt kirin lê dema dîtin nikarin, vê carê jî bi rêka Qubad Talebanî fermana qedexekirina çalakiyan dan.

Fayîq Gulpî her wiha gotiye, ji xwe her kes dizane ku YNK van tiştan ji bona razîkirina Tirkiyê dike. Wê çaxê ew helwesta berê ya YNKê li hember PKKê çi lê tê! Eger YNK li ser vê yekê berdewam be wê demê berovajî xwe hereket dike.

Wî çavdêrê siyasî aniye ziman ku Tevgera Azadî xwedan mohleta siyasî ye û dikare li Iraqê xebat bike ji ber wê jî ti astengiyên hiqûqî li pêşiya wan nîne.

Basnews
Top