• Monday, 16 February 2026
logo

Demirtaş li ser berbijêrbûna xwe ya ji bo Şaredariya Amedê axivî

Gulan Media November 27, 2018 Nûçe
Demirtaş li ser berbijêrbûna xwe ya ji bo Şaredariya Amedê axivî
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş li ser îdiayên berbijêrbûna Şaredariya Amedê axivî.



Derbarê Selahattin Demirtaş de ku bû du sal di zindanê de ye, hatibû îdiakirin ku dê di hilbijartinên herêmî de bibe berbijêrê Şaredariya Amedê.



Demirtaş li ser vê mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Berî ku em vê hefteyê bi dawî bînin, ez mijarekê zelal bikim. Ji bo kesên ku derbarê berbijêrbûna min a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de şirove û nûçe çêdikin spas dikim lê niyeteke min a wisa tine. Li derve bi hezaran hevalên min ên ku dikarin van peywiran bi cih bînin hene.”






Selahattin Demirtaş

@hdpdemirtas
19- Bu haftayı kapatmadan bir konuya açıklık getireyim. Benim Diyarbakır Büyükşehir Belediye başkan adaylığıma dair yorum, haber yapanlara teşekkür ediyorum ama böyle bir niyetim yok. Dışarıda bu görevleri yapabilecek binlerce arkadaşım var zaten.

4,290
7:39 PM - Nov 26, 2018
Twitter Ads info and privacy
961 people are talking about this


Rudaw
Top