• Monday, 16 February 2026
logo

Agir bi bazara Qeyserî ya Kerkûkê ket

Gulan Media November 27, 2018 Nûçe
Agir bi bazara Qeyserî ya Kerkûkê ket
Şeva bûrî agir bi bazara Qeyserî ya Kerkûkê ket û di encamê de piraniya dukanên kesbkaran şewitîn.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, Şeva bûrî agir bi bazara Qeyserî ya Kerkûkê ket û li gor zanyariyan zêdetir ji 350 dukanî şewitîn.

Peymnêrê me got jî, herçend e niha bi fermî sedema vêketina agir nehatiya ragihandin, lê tê gotin, bi sedema şortê kehrebê bû.

Bazara Qeyserî ya Kerkûkê yek cihên dîrokî yên bajêr in û dîroka wê vedigere sala 1955an. Herwiha 7 deriyên wê bazarê hene.

K24
Top