Serokwezîr pêşwaziyê li Balyozê Komara Çekê dike
Pişt re di civînekê de ku Konsulê giştiya Komara Çekê yê Herêma Kurdistanê jî amade bû, Balyozê Çekê sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgeh û saziyên peywendîdar kir ku hevkarî pê re kiriye û hêvî xwest ku ew alîkarî û hevkarî digel balyozê nû jî yê welatê wî bê kirin.
Şandeya mêva xwesteke welatê xwe nîşan da ku dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de digel Herêma Kurdistanê berfirehtir bike.
Nêçîrvan Barzanî sipasya kar û xebatên Balyozê Komara Çekê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê kirine kir û hêvî xwest di wezîfeya xwe ya nû de serkeftî be. Serowezîrê berheviya hikûmetê nîşan da ku hevkarî û alîkariyê bi balyozê nû yê Komara Çekê li Bexdayê bikin.
Barzanî ji şandeya mêvan re diayr kir ku Herêma Kurdistanê jî dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de bi Komara Çekê re xurt û berfireh bikin.
