2 pêşmergeyên PAKê piştî tehdeyên giran şandin girtîgeha Seqizê
Li gor Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Hengawê, peşmergeyên bi navê Hoşmand Alîpor (nasnav: Simko) û Muhammed Ostaqadir (nasnav: Awara) piştî ku hatin girtin, bi îşkence û tehdeyên giran ji wan hatiye xwestin sîxurtiyê bikin û hevalên xwe bidin girtin.
Hengawê ragihand, herdu pêşmergeyên girtî ku heta niha tenê carekê malbatan serdana wan kiriye, 19ê Mijdarê bo girtîgeha Seqizê hatine veguhestin û mafên wan ên parastina hiqûqî jî hatiye redkirin.
