• Monday, 16 February 2026
logo

YNK gruba nerazî ya Gorranê bo têkdana peyvendiyên Gorran û PDKê bikartîne!

Gulan Media November 26, 2018 Nûçe
YNK gruba nerazî ya Gorranê bo têkdana peyvendiyên Gorran û PDKê bikartîne!
YNK, gruba nerazî ya navxweya Tevgera Gorran bi armanca geheştina armancên xwe bikartîne û hewl dide bi rêya wê grubê ve peyvendiyên PDKê û Gorran têkbide.

Piştî ragehandina encamên fermî yên helbijartinên parlamentoya Kurdistanê, lêknêzîkbûnek berçav di navbera PDKê û Tevgera Gorran derket holê. Lê bi awayek berdewam ew kesên ku nerazî dinava Gorran de tên nasîn, ji aliyê çapemeniya YNKê ve, bi taybet jî çapemeniya ser bi gruba xiyanetkar a nav YNKê ve daxuyanî ji wan tê wergirtin, ku dijî beşdarbûna Gorran a hikûmetê, yan jî li dijî asayîbûna peyvendiyên PDKê û Gorran axaftin bi wan didin kirin.

Vê derbarê de çavkaniyek dinava Gorran ku nexwast navê wî bê aşkera kirin ji BasNewsê re ragehand, beşek ew kesên ku wê gruba nerazî, bi agahî yan jî beşek ji wan bê agahî ketine nav wan hewldanên YNKê. Herwaha got, YNK dixwaze bi rêya çapemeniyê ve tengezariyê di peyvendiyên PDKê û Gorran de ava bike. Ji bo ku di encamê de Gorran beşdariyê li kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de neke.

Berî naha kanala KNN a fermî ya Tevgera Gorran ragehandibû ku YNKê hemû hewldanên xwe daye ku, Gorran di hikûmetê de beşdar nebe û vê derbarê de amadeye her tewîzekê bide PDKê. Herwaha aşkera kiribû eger Gorran beşdariyê di hikûmetê de bike yek ji payeyên serokê parlamentoyê, yan jî cîgirê serokê hikûmetê dê ji dest YNKê derkeve.

Derbarê kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de berpirsê baskê 16ê yê PDKê Bilind Îsmaîl ji BasNewsê re ragehandibû ku, ji YNKê re gotine, serokê hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê dê du cîgirên wê hebin û asayî ye yek ji wan cîgiran ji Gorran be.

Basnews
Top