• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Divê jin çavên xwe ji tundiyê negrin

Gulan Media November 25, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Divê jin çavên xwe ji tundiyê negrin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçova beşdariya di Konferansa Ragihandina Helmeta Rûbirûbûna Tundûtûjiya li dijî Jinan de ragihand, Parlemantoya Kurdistanê yasaya taybet ji bo rûbirûbûna tundûtûjiyê derkirine û ti cudahiyeke regezî di dezgehên hikûmî de nîn in.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferandê de gotarek pêşkêş kir û got: “Pêwîstiya me bo fişara jinan heye, ji bo bikarin di warê rûbirûbûna tundûtûjiyê de gavan bavêjin. Pirsa tundûtûjiyê, pirsa kelepûra bi sedan salan e, Hikûmet û Parlemantoya Kurdistanê nikare bi tenê wê karê bike, heger ji aliyê jinê bixwe fişar nebin. Em amade ne di jêr fişarên wan de gavên pêwîst bavêjin, ji bo parastina yeksaniyê û piştevaniya li mafê jinan.”

Herwiha got: “Di salên bûrî de me gelek proje xistin pêş parlemantoyê û wê jî yasayên pêwîst bi piştevaniya mafên jinan ji bo rûbirûbûna tundûtûjiyê derkir. Ji bilî wê jî her çi ji destê me hatibe ji bo piştevanîkirina li rêxistinên jinan me kiriye, hêla germ 119 ji bo rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan li seranserî Herêma Kurdistanê vekirî ye.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir “Pirsgirêka kulturê tenê bi rêya perwerdeya dibistanan tê guhertin, bi cureyek bernameya xwendinê bi awayekî be ku wekhevî tê de xuya bike, herwiha di rewşenbîrî û perwerdeya mamostayan de guhertin çêbibe. Dibe ku em bikarin bi rêya ceza û yasayan beşeke civakê biguherînin, lê guhertina sereke tenê bi çêkirina fikirîneke nû li cem perwerdeya zarok û nifşan cîbicî dibe”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî diyar kir: “Mamosteyê me yê mezin Ehmedê Xanî di şakarê xwe yê mezin Mem û Zîn de behsa azadiyê kiriye û gotiye ku min ev çîrok nivîsandiye daku xelkê nenas û biyanî nebêjin keç û kurên Kurd azad nebûne di wekhevî û hezkirinê de. Ehmedê Xanî dibêje: “Da xelq nebêjitin ko Ekrad, bê marîfet in, bê esl û bunyad. Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc, eşqî nekirin ji bo xwe armanc.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser wê yekê ku Şêx Ebduselam Barzanî gelek rênima derxistine ji bo nehiştina çewisandina jinan, ji wan; nehiştina firejinî û rêzgirtina li daxwaza keçan di dema zewacê de.

Top