Duran Kalkan: Amerîka dixwaze PKKê jinav bibe
Duran Kalkan diyar kir, ku Amerîka dixwaze bi wê biryara xwe ve, êrîşî PKKê bike û tevliheviyê ji xelkê re çêbike, dixwaze Kurdan bitirsîne û Kurdan parçe bike.
Kalkan got: Di salên dawiyê de, Amerîka bi rêya piştevaniya xwe ji Kurdan re li Rojavayê Kurdistanê, pêgeheke giring ji xwe re peyda kir, lê bi biryara desteserkirina rêveberên PKKê ve, nirxê xwe jidest da, dixwaze bi wê biryarê ve PKKê jinav bibe, bi armanca pêwendiyên Tirkiye û Rûsya qutbike û Tirkiyê li dijî Îranê bikar bîne ew biryar da û ev yek berjewendpersitiyeke erzan e
Waar.tv
