Şîretkarê Partiya Komarî ya Amerîka: Lazim e Amerîka kurdan wek hevpeymanekî stratejîk bibîne
Şîretkarê kurd yê Partiya Komarî ya Amerîka, Zerdeşt Tofîq Beg ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, lazim e Amerîka pêwendiyên xwe bi kurdan re li ber çavan re derbas bike û mîna hevpeyamnekî stratejîk û dayimî li wan binêre, ji ber ku kurdan nîşan daye ku ti carî xiyanet li Amerîka nekirine û her dem rûrast bûne.
Zerdeşt Tofîq Beg her wiha gotiye, di nav hevpeymanên Amerîka de tenê kurd bi Amerîka re her dem rûrast bûne lê welatên mîna Erebistan û Tirkiye, ku hevpeymanên stratejîk yên Amerîka ne jî, gelek arîşe û tengasî ji Amerîka re derxistine. Ji ber wê jî lazim e Amerîka vê yekê bibîne û bi parastina kurdan û berjewendiyên wan, dostaniya xwe qayîm bike.
Wî şîretkarê Partiya Komarî ya Amerîka daye xuyakirin, mixabin gelek caran di wextên teng de Amerîka pişta xwe daye kurdan û alîkariya wan nekiriye. Bi taybet di rûdanên 16 Cotmeha par de dema hêzên Iraqî deverên Kurdistanî dagîr kirin, Amerîka pişta kurdan negirt. Ev xelet bû, heta lazim bû Amerîka piştevaniya serxwebûna Kurdistanê jî bikira.
Wî pisporê kurdan bang li kurdan jî kiriye, pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Amerîka re bihêztir bikin û wisa bikin ku Amerîka wek bi çavekî stratejîk li wan binêre.
Basnews
