• Monday, 16 February 2026
logo

Akar: Amerîka bi danîna xalên çavderiyê rewşê aloztir dike

Gulan Media November 24, 2018 Nûçe
Akar: Amerîka bi danîna xalên çavderiyê rewşê aloztir dike
Hikûmeta Tirkiyê ji ber xalên çavderiyê yên li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî Amerîkayê da.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji medyaya Tirkiyeyê re eşkere kir, ew nerazî ne Amerîka li ser sînorên Tirkiyê xalên çavderiyê ava bike. Da zanîn jî, wî nerazîbûna Tirkiyê ji Amerîkayê re ragihandiye.

Hulusî Akar got jî, Avakirina xalên çavderiyê dê bibe sedema aloziyên zêdetir û dê were wê wateyê ku Amerîka YPGê diparêz e. Divê Amerîka di zûtirîn dem de dawî li pêwendiyên xwe yên digel YPGê bîne.

Demek e Enqere bi berdewamî gefên êrîşeke leşkerî li dijî HSDê li rojhilatê Firatê dixwe û dilgiraniya xwe ji hevkarî û hevahengiya di navbera Amerîka HSDê nîşan dide.

Li hemberê jî, hefteya bûrî Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Jîm Mattîs gotibû ew ê li ser sînorê Tikriye û Suriyeyê xalên çavderiyê ava bikin.

K24
Top