• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞê dest danî ser bareke çekên Îranê!

Gulan Media November 24, 2018 Nûçe
DAIŞê dest danî ser bareke çekên Îranê!
Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê dest danîn ser bareke çekên Îranê, ku ji rêxistineke tund re dihate şandin.

Li gor nûçeya çapemeniya Misirê, sipaha pasdarên Îranê ew barê çekan ji bo Tevgera Berevaniya Îslamiya Filîstînê (Hemas)ê şandibû.

Li gor agahiyên hatin belav kirin, ew barê çekan ji gelek cureyên çekên giran û sivik pêktê û yek ji wan çekên giran jî mûşekên Kornet e, ku tenê artêşên welatan dikarin bikarbînin.

Ew barê çekan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li nîvgirawa Sîna ya Misirê dest li ser hatiye danîn. Ji ber DAIŞê li Sîna hemahengiyê li gel Hemasê nake.

Basnews
Top