• Monday, 16 February 2026
logo

Mehmûd Osman: Barzanî ji mijara partîbûnê mezintir e û serdana wî pêngavek baş bû!

Gulan Media November 24, 2018 Nûçe
Mehmûd Osman: Barzanî ji mijara partîbûnê mezintir e û serdana wî pêngavek baş bû!
Siyasetmedarê navdar ê kurd ragehand, serok Barzanî ji babeta milmilaneya partiyan mezintir e û serdana wî ya Bexdayê pêngavek başe. Herwaha got, YNKê jî serdana Bexdayê kir û mafê ti kesê tineye ku dijî wê serdanê be.

Mehmûd Osman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi piştrastî dibêjim serdana Barzanî pêngavek başe. Ji ber wek şexs li Iraqê tê nasîn û xwedî pêgeh e û li gel hemû aliyan jî peyvendiya wî hebûye û wî dinasin û rêz lê digrin. Herwaha berî referandûm û piştî referandûmê û dema çêbûna pirsgirêkan de jî serdana Bexdayê nekir. Naha jî di dema çêbûna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de, bi nêrîna min pêngavek beş bo pêkhatina peyvendiyan.’’

Mehmûd Osman diyar kir ku Barzanî bixwe ji babeta partiyan mezintir e û xwedî rol e: ‘’Ji ber wê hêvî xwest ku di encama vê serdanê de pirsgirêk çareser bibin û kurd jî yekgirtî û yekdengbin ku nakokiyên li Kurdistanê nebin Bexdayê ku bigehin encamekê.

Derbarê wan kes û aliyên ku dijatiya serdana Serok Barzanî ya Bexdayê dikin de jî Mehmûd Osman got: ‘’Mafê ti kesê tineye ku dijî serdana Barzanî be. Ji ber YNKê û partiyên din jî çûn Bexdayê. Ji ber wê mafê Barzanî jî heye biçe Bexdayê. Hemû partiyan, Amerîkayê û Îranê jî dixwast Barzanî vê serdanê bike, ji ber wê ne mafê ti kesê ye rexne bike.’’

Herwaha diyar kir, ya giring ew e hemû partî bala xwe bidin ser ava kirina îdareyek hevbeş bo Kerkûkê û navçeyên Kurdistanê, ku ev rewşa leşkeri ya hatî ferz kirin li Kerkûkê nemîne û Pêşmerge vegere ku çareseriya vê babetê bi madeya 140ê pêkbê.’’

ڵاشسیپصس
Top