• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî seredana Îmarata Erebî dike

Gulan Media November 24, 2018 Nûçe
Serok Barzanî seredana Îmarata Erebî dike
Serok Mes’ûd Barzanî piştî seredana xweya Bexda û Necefê, şevêdî bi seredaneka fermî berev Îmarata ‘Erebî ya yekgirtî çû.
Li gorî agahîyên WAARê piştî du rojên seredana xweya Bexda û Necefê, serok Mes’ûd Barzanî piştî civîna li gel rêberê rewta Sedrî, bi rêya frokxaneya Necef ya nêvdewletî ber bi Îmarata Erebî bi rêkkeft.
Tê çaverê kirin serok Mes’ûd Barzanî digel mezine berpirsên Îmarata Erebî bicive dengoyek jî heye ku seredana hindek welatên kendavî jî bike, ji wan Erebistana Si’ûdîyê.

Serok Mes’ûd Barzanî ev seredanel ser daxwazîya fermîya Îmarata Erebî kirîye dê bo dema du rojan berdewam be.

Serok Barzanî li 2 rojên borî li her yek ji Bexda û Necefê digel pranîya alîyên Îraqî yên Sunne û Şî’e civîya pêşdabirina peywendîyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin, alîyên Îraqî jî ji serok bBarzanî xwast, destpêşxerîyekê jibo çarekirina rewşa Îraqê bike.
Top