• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî li Necefê li gel Muqteda Sedir civiya

Gulan Media November 24, 2018 Nûçe
Serok Barzanî li Necefê li gel Muqteda Sedir civiya
behsa rewşa siyasî ya Îraqê dikin
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro Serok Barzanî serdana bajarê Necefê kir û ji aliyê Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê civîna navbera Serok Barzanî û Muqteda Sedir destpê kir.

Di civînê de behsa rewşa siyasî ya Îraqê, pêşeroja Îraqê, hewldanên heyî yên bo baştir kirina rewşa Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din tên nîqaşkirin.

Serok Barzanî duhê serdana Bexdayê kiribû û li gel Serokwezîr, Serokê parlementoya Îraqê û piraniya serkirde û kesayetiyên siyasî yên Îraqê civîn û hevdîtin pêk anî bû.

Top