Serok Barzanî û Salih Mutleg civiyan
Îro di roja xwe ya diwem de ji serdana Bexdayê, dîdar û civînên Serok Barzanî berdewam in.
Di wê çarçoveyê de, sibeha îro Serok Mesûd Barzanî li gel serokê Bereya Tirkumanî Erşed Salihî û serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî civiya.
Duh Serok Mesûd Barzanî bi serdanekê û bi serokatiya şandekê gihişte Bexdayê û li gel her yek ji Serokê Perlemana Iraqê û Serokwezîrê Iraqê û berpirsên pile bilind ên aliyên siyasî yên Iraqê civiya.
K24
