• Monday, 16 February 2026
logo

Berdevkê YPGê: Em amade ne bi dewleta Tirkiyê re bi diyalogê çareseriyekê pêk bînin

Gulan Media November 23, 2018 Nûçe
Berdevkê YPGê: Em amade ne bi dewleta Tirkiyê re bi diyalogê çareseriyekê pêk bînin
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ragihand ku ew amade ne li gel dewlet û gelê Tirkiyê bicivin û diyalogê bidin pêş û pirsgirêkan çareser bikin.



Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd beşdarî Bultena Rojava bû û derbarê êrişên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku niha li Tirkiyê grûpekê dest daniye ser desthilatê û tenê ji bo berjewendiyên xwe gavan diavêje û ya ku îro li ser sînoran çêdibe jî ne helwesta dewlet û gelê Tirkiyê ye.



Nûrî Mehmûd diyar kir: “Li hember terora cîhanî û li hember tundrewî û şovenîzmê, me li Rojava û bakurê Sûriyê li ber xwe da, herî dawî li Kobanî li hember terora cîhanî ya DAIŞê, me destkeftên herî berçav bi dest xistin, tevî hebûna gelek artêşan li herêmê, ji bo vê jî hêzên navnetewî, koalîsyon û Amerîka, me bi hev re li ser gelek stratejiyên ku di xizmeta tinekirina terorê de û di xizmeta îstiqrar û avakirina Sûriyê de ne, me li hev kir.”



Li ser pirsa "gelo Amerîkayê soz daye we ku Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê nake?" Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd destnîşan kir: “Amerîka soz bide yan nede, armanca desthilatdariya ku îro li Tirkiyê hikum dike, weke partiya AKP û Serokomarê Tirkiyê ku armancên wî yên selteneta Erdogan heye, em dizanin ku hetanî hebûna demokrasiyê hebe, hetanî hebûna hevgirtina civakî hebe, dê ti carî ramanên şovenîst ên qewmî, ramanên tundrew ên ku di bin navê dînê Îslamê de terorê didin meşandin, dê nesekine.”



Nûrî Mehmûd herwiha got: “Bêguman hebûna Amerîka û koalîsyonê li herêmê, ji me û ji raya giştî û ji civaka navdewletî bi giştî re îsbat dike ku li vê derê cîhan yeknêrîn e, lê belê desthilatdariya ku îro dest daniye ser dewlet û saziyên dewleta Tirkiyê, dixwaze vêna biguhere.”



Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd got ku niha li Tirkiyê grûpekê dest daniye ser desthilatê û diyar kir: “Em bi xwe amade ne ku bi dewlet û gelê Tirkiyê re di diyalogê de çareseriyê pêş bixin.”



Nûrî Mehmûd amaje bi wê yekê kir ku gelê Rojava û bakurê Sûriyê xwe bi xwe îdare dike û hemû encûmenên li wan bajaran hemû bi xwe biryar didin û bi xwe pêk tînin û ji ber vê jî serkeftina civakî li bakurê Sûriyê pêk hat.

Rudaw
Top