Yekîtiya Ewropayê daxwaza azadkirina Demîrtaş dike
Herwiha Hevseroka HDPê jî Perwîn Buldan pêşwazî li biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû û gotibû ku, biryara axadkirina Demîrtaş dibe nimûneyek bo azadkirina siyasetmedarên din jî.
Ji aliyê Baroya Diyarbakirê ji bo Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku xalên dadgehê diyar kirine bi cih bînin û demildest Seleheddîn Demîrtaşî serbest berdin.
Berî niha derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Demîrtaş di daxuyaniyê de da zanîn ku girtina wî ne hiqûqî ye û siyasî ye. Daxuyaniya Demirtaş wiha bû:Bi vê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dîlgirtina dîlgirtina min a siyasî bi awayekî hiqûqî hat tomarkirin. Weke ku em di roja ewil de got operasyonên li dijî HDPê û girtina me û darizandina me ne hiqûqî ye, bi armancên siyasî hatin encamdan. Du sal in ku ez bi awayekî neheq di girtîgehê de me.”
Basnews
