• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî û Serokê parlementoya Îraqê civiyan

Gulan Media November 23, 2018 Nûçe
Serok Barzanî û Serokê parlementoya Îraqê civiyan
behsa rola parlementoyê di prosesa siyasî de kirin
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, êwara îro pêncşem, Serok Barzanî li gel Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî civiya.

Di civînê de Serok Barzanî û Helbûsî behsa rewşa Îraqê, çawetiya hewldan bo ava kirina Îraqeke nû û destpê kirina proseseke nû li Îraqê, çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Her di heman civînê de behsa rola parlementoyê ya di warê zagonsazî û çavdêrî kirina hikûmetê de hate kirin.

Tê payîn ku her îşev Serok Barzanî li gel Nûrî Malikî jî bicive.

Top