Mesrûr Barzanî: Lazime pergalek were ava kirin ku xizmeta xelkê bike
Di civînê de Mesrûr Barzanî hevdem li gel pêşkêş kirina pîrozbayiyan, çend şîret jî pêşkêşî parlementeran kir û balkêşande ser encamên her du hilbijartinên parlementoya Îraq û parlementoya Kurdistanê û ragihand ku, rêjeya zêde ya dengên PDKê dengvedana kar û bername û xelata xelkê ye bo bernameyên siyasî, abûrî û civakî yên PDKê û got; Ev yek cêyê serfiraziyê ye û pişta me bi vê baweriya han germe.
Di berdewamiya gotinên xwe de Mesrûr Barzanî behsa erkên parlementeran kir û ragihand ku erkên gelek giran li ser estûyên wene, jiber ku lazime di vê xola niha ya parlementoyê de pergalek were bicîhkirin ku xizmeta Kurdistaneke bihêz bike û got: Mezintirîn soz jî rastgûyiye.
Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa jiyana pêşmerge û malbetên serfiraz yên şehîdan kir û anî ziman ku lazime di vê xolê de karên zêdetir bo asûdeyiya jiyana pêşmerge û sarêj kirina birînên malbetên şehîdan bikin û got: Lazime ev babeta han di ewleviyeta karên we debe, ev yek ne xêr kirine belkû jiber vê yekê ye ku pêşmerge sedemê man û berdewam bûna gelê Kurdistanê ye û ev yek jî pirensîbeke mayindeye.
Mesrûr Barzanî behsa rêbaza Barzanî, lêbûrîn, hevûdu qebûlkirin, yekdengî û bihevre jiyana aştiyane kir û tekez kir ku lazime hun nunerê rastîn ya daxwaz û pêdiviyên xelk û bîr û bawer bin.
Barzanî di beşeke din ji gotinên xwe de behsa erkên tevahiya aliyan kir û ragihand ku tevahiya me xudanên Kurdistanê ne û got; Lazime hewl were dayîn bo ji nav birina çanda cuda kirina welatiyan û desthilatê û lazime karê me razî kirina xelkê be ne razî kirin ew û vî. Mesrûrû Barzanî got: Partî tevgereke cemaweriye bo bidest xistina maf, jiyaneke baş û xweşgozeranî bo gelê Kurdistanê.
Peyvîn li ser dadweriya civakî beşeke din bû ji gotara Mesrûr Barzanî û ragihand ku lazime derfetên yeksan û hevbeş bo her kesî bêyî cudatî werin afirandin û lazime weke desthilata zagonsaziyê û çavdêrî kirina desthilata cîhbicîhkar di tevahiya karên xwe de li gel tevahiya parlementeran hemahengî bikin jiber ku tişta ku heye parlementoya Kurdistanê ye û bi dengê xelkê Kurdistanê hatiye damezrandin û emanetek li ser estûyê we deye.
