Şanda wezareta pêşmerge li gel wezîrê berevanî yê Hengariyayê civiya
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Hengariyayê, îro şanda wezareta pêşmerge li gel wezîrê berevanî yê Hengariyayê civiya.
Di civînê de behsa çend mijarên girîng yên weke hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Hengariyayê û çawetiya domandin û zêdetir kirina wan hevkarî û hemahengiyan hate kirin.
Her îro şanda wezareta pêşmerge li Hengariyayê serdana navenda nûjdarî û nexweşxaneya leşkerî y a NATOyê kir.
Di rojên derbasbûyî de şanda wezareta pêşmerge çend civîn û hevdîtinên din pêk anî bû.
