• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî û Adil Ebdilmehdî civiyan

Gulan Media November 22, 2018 Nûçe
Serok Barzanî û Adil Ebdilmehdî civiyan
Serok Mesûd Barzanî gihîşt Encûmena Wezîrên Iraqê û ji aliyê Adil Ebdilmehdî ve hat pêşwazîkirin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, civîna Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî ve dest pê kir.

Li gor zanyariyên K24ê, tewerên sereke yên civîna Serok Barzanî û Adil Ebdilmehdî, pêwendiyên dualî û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha çend mijarên din ên têkildarî Herêma Kurdistanê û Iraqê de dibin.

Îro berî nîvro Serok Barzanî bi serokatiya şandekê gihîşt Bexdayê û li Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê ji aliyê Serokê Parlemantoya Iraqê Mihemed Helbûsî û hejmarek ji berpirsên Iraqê ve pêşwazî lê hate kirin.

Rudaw
Top