• Monday, 16 February 2026
logo

Erdogan: Ti nirxeke vê biryare tuneye

Gulan Media November 21, 2018 Nûçe
Erdogan: Ti nirxeke vê biryare tuneye
erdogan dibêje em biryarê cîhbicîh nakin
Piştî dadgeha mafên mirovan ya Ewrûpayê, îro derbarê doza Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş de biryara xwe der kir û daxwaza azad kirina Demîrtaş kir, rayedarên Tirkiyeyê jî bertek nîşanê vê biryar dan.

Di vê derbarê de Serokê Tirkiyeyê û Serokê AKPê Receb Teyyib Erdogan di gotareke xwe de derbarê biryarê de got: Ev biryar bo Tirkiyeyê ti nirxeke xwe tuneye û vê Tirkiye li dijî vê yekê pêngavên pêwîst bavêje.

Ji aliyeke din ve piştî gotinên Erdogan, Peyvdarê konseya YEê jî daxuyaniyek weşand û ragihand ku biryarên DMME bo tevahiya welatan rewacdarin û lazime her kes wan biryaran cîhbicîh bike.



Top