• Monday, 16 February 2026
logo

Li Xaneqînê efserk û 4 polîs hatin kuştin

Gulan Media November 20, 2018 Nûçe
Li Xaneqînê efserk û 4 polîs hatin kuştin
Li Xaneqînê çekdarê DAIŞê êrîşî ser hêzên Iraqî kirin û 4 polîs û efserekî hatin kuştin.

Jêderekî ewlehiyê ji Xaneqînê ji K24ê re ragihand, şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke pişknînê ya Polîsa Federalî li başûrê Xaneqînê kirin, piştre jî hêzeke din a Polîsa Federalî bi hawara wê hêzê ve çû.

Wî jêderî da zanîn, di dema êrîşê de bombeyek bi otombîleke polîsan de teqiya û di encamê de Moqedem Feysel Kerorî û 4 polîsan ve hatin kuştin.

Amaje bi wê jî kir, çekdarên DAIŞê ji aliyan ve êrîşî ser wê xala Polîsa Federalî kirin û piştre hêzeke polîs û artêşê gihîştin cihê bûyerê.

Bajarê Xaneqînê yek ji bajarên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, dora 180 K.M dikeve başûrê Silêmaniyê, Pêşmergeyên Kurdistanê lê bûn, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha bûrî bo Heşda Şeibî û artêşa Iraqê hate radestkirin.

K24
Top