Hewlêr û Bexdayê li ser rakirina xalên gumrikê li hev kir
Rêveberê Giştî yê Gumrika Herêma Kurdistanê Samal Ebdulrehman ji Rûdawê re got: “Me li gel desteya gumrikê rêkevtin bo rakirina xalên sînor ên di navbera me de îmza kir û me ew şand, daku hikûmeta navendî wê cîbicî bike û xalên gumrikê rabike.”
Rêveberê Giştî yê Gurmika Herêma Kurdistanê got, “Ew şanda Desteya Gumrika Iraqê, ku me rêkevtin li gel kiriye, li Hewlêrê dimîne, heta ku pênaseke nû ya gumrikê bo Iraq û Herêma Kurdistanê dinivîsin.”
Di 2 hefteyên derbasbûyî de şanda Rêveberiya Giştî ya Gumrika Herêma Kurdistanê û Desteya Gumrika Iraqê û aliyên peywendîdar ên din, sê civîn li Bexda û Hewlêrê di derbarê rakirina xalên gumrikê de birêve birin û biryar e, ku roja çarşema bê jî Parlamentoya Iraqê di derbarê wê pirsê de guftûgoyê bike.
Piştî vekirina rêya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de, parêzgeha Kerkûkê xala gumrikê bo rêyên herdu bajarên Hewlêr û Silêmaniyê yên diçin Kerkûkê danî. Li gor destûra Iraqê jî nabe xala gumrikê di navbera parêzgehên Iraqê de were danîn.
Rudaw
