Li Efrînê 2 sivîl û 32 çekdar hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji encama şer û pevçûnên di navbera grûpên çekdar de li Efrînê, 32 çekdar hetin kuştin, 2 kes sivîl in, 14 çekdar ji grûpa Şuheda El-Şerqiyê ne û 16 kes ji grûpên din in. Hejmarek mezin jî birîndar hene.
Li gor zanyariyên Rewangehê, hin leşkerên Tirkiyê de jî hatin kuştin, lê Rewangehê hejmara wan diyar nekiriye.
Piştî destpêkirina operasyonê, bi navberiya girûpa Feyleq El-Şam, Artêşa Niştimanî ya ku Tirkiyê piştevaniya wê dike û girûpa Şuheda El-Şerqiye gihiştin rêketinekê,li gorî wê rêketinê, wê Şuheda El-Şerqiye ji Efrînê derkeve û ber bi bajarokê Cindirêsê ve biçe.
Li gorî zanyariyan, şerê herdu aliyan vê sibehê rawestiya û Feyleq El-Şam dest bi derxistina malbatên çekdarên girûpa Şuheda El-Şerqiye ji nav Efrînê kiriye.
K24
