• Monday, 16 February 2026
logo

Ereb li Kerkûkê sembolên Besê çê dikin

Gulan Media November 20, 2018 Nûçe
Ereb li Kerkûkê sembolên Besê çê dikin
ereb hewldanên xwe li dijî Kurdan didomînin
Piştî îxaneta 16ê Cotmehê, prosesa bi ereb kirina Kerkûkê dîsa destpê kir û roj bi roj bi awayeke cidî didome.

Di vê çarçoveyê de hate zanîn ku piştî der kirina karmend û rayedarên îdarî yên Kurd li Kerkûkê, prosesa dagîr kirina zevî, mal û milkên Kurdan destpê kir û ji vê jî zêdetir, îro ereb li Kerkûkê dest bi cîhbicîh kirina pêngaveke gelek sosret kirin.

Li gor zaniyariyan, Ereb li Kerkûkê bi piştgîriya rayedarên Îraqî,îro dest di danîn û çê kirina sembolên rejîma Besê û serdema Sedam Husên kirine.

Ereb li ser cade û kolanên giştî dest bi danîn û daliqandina wan sembolan kirine.
Top