"Adil Ebdulmehdî soz daye pişka Kurdan di budceyê de zêde bike"
Endamekî lijneyê dibêje ku 47 xal ji bo gotûbêja li gel hikûmetê hatiye danîn, mercê Kurdan jî vegerandina pişka %17 ya Herêma Kurdistanê ye. Parlementerekî jî diyar dike ku Serokwezîrê Iraqê soz daye ku di budceyê de guhertin bike û pişka Kurdan zêde bike.
Kurd ji pişka %17 paşve venakişe
Berî niha li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezareta Darayî li gel pisporên aboriyê civiyan û planek ji bo gotûbêjkirina budceya 2019an a Iraqê danîn.
Birîkarê berê yê Wezareta Darayî ya Iraqê Fazil Nebî ji Rûdawê re ragihand: “Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel Wezareta Darayî û çend pisporên aboriyê ku ez jî têde amade bûm, em civiyan û me çawaniya serederîkirina li gel Bexdayê li ser mijara budceya 2019an gotûbêj kir.”
Fazil Nebî derbarê encama gotûbêjên lijneyê de got: “Biryara dawî ew bû ku divê Kurd li ser vegerandina pişka %17 ya Herêma Kurdistanê di budceya 2019an a Iraqê de rijd be, herwiha sererastkirina xerciyên siyadî ku hinek ji wan bi neyasayî hatine danîn û diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê têde ye.”
Nebî diyar dike: “Biryar ji nûnerên Kurd ên li Bexdayê re hatiye dayîn daku di civînê de li ser wê rijd bin. Herwiha li Bexdayê li gel Wezîrê Darayî jî hatiye axaftin daku li Encûmena Wezîran li ser vê biryarê rijd be, biryar jî hatiye dayîn ku ji vê biryarê paşde venekişin, ji ber ku her paşdevekişîn, di zirara Kurdan de ye.”
Wisa tê payîn ku di civîna îro ya navbera lijneya darayî ya parlementoya Iraqê û lijneya taybet a Encûmena Wezîran a Iraqê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê ji bo Karûbarên Darayî Fuad Husên de ew mijar werin gotûbêjkirin û têbînî werin nivîsandin, piştre ji Encûmena Wezîran re were şandin, li wir bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxwazên wan werin gotûbêjkirin û dûvre jî biryara dawî li ser projeyasaya budceya sala 2019an were dayîn.
47 xal ji bo gotûbêjê
Endamê Lijneya Darayî ya Encûmena Nûneran a Iraqê Ehmed Hacî Reşîd ji Rûdawê re ragihand: “Lijneya darayî 47 xal diyar kirine daku li gel lijneya Encûmena Wezîran li ser wan gotûbêjê bikin.”
Ehmed Hacî Reşîd li ser têbînî û giliyên Kurdan dibêje: “Weke Kurd li ser 6 mijarên budceyê gilî û gazindên me hene, ew jî rêjeyên fermanberan, Pêşmerge, genimê cotkaran, para kompaniyên petrolê û wî deynê ku ji bo veberhênanê hatiye danîn, em dê di civîna îro ya lijneya darayî ya li gel lijneya Encûmena Wezîran de bi data eşkere bikin.”
Herwiha Endamê Lijneya Darayî ya Encûmena Nûneran a Iraqê Ehmed Sefar ji Rûdawê re ragihand: “Me beriya civînê li gel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kiriye, mijarên ku emê di civînê de li ser wan rijd bin 12 xal in, ku di destûra Iraqê ya 2005an de hatine û mafê xelkê Herêma Kurdistanê ne. Di ser vana hemûyan de jî divê navê Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya 2019an de were nivîsandin, neku parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmanî.”
Ehmed Sefar herwiha got: “Xala duyem ew e ku divê %17ê budceyê ji Kurdan re vegere heta ku serjimêriya niştecihan were kirin, em bi ti awayî qebûl nakin rêjeya %12.67 bimîne, piştre jî li gor serjimêriya nû pişka Kurdan di budceya Iraqê de were danîn.”
Li ser rola Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên ku serokatiya lijneya bilind a Encûmena Wezîran dike, Ehmed Hacî Reşîd dibêje: “Hebûna Dr.Fuad Husên dê bandoreke mezin bike, ji ber ku ew serokê lijneyê ye û di civînê de jî piştgiriya sereke ya xal û daxwazên me dike û herwiha ew dizane Herêma Kurdistanê çi dixwaze û ew dê li Encûmena Wezîran jî berevaniya wan mijaran bike.”
Gelo pişka Kurdan dê were zêdekirin?
Endamê Lijneya Darayî ya Encûmena Nûneran a Iraqê Cemal Koçer ji Rûdawê re ragihand: “Niha pişka Kurd di budceya Iraqê de %12.67 hatiye danîn, li gor Wezareta Plandanînê jî be, pişka Kurdan %14 ye, lewma em bi vêya razî nebûn û me daxwaz kir ku were zêdekirin, niha Encûmena Wezîran û Wezîrê Darayî soz dane parlementoyê ku guhertin di projeyasaya budceya 2019an de bikin, herwiha Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî soz daye ku pişka Kurdan di budceyê de were zêdekirin.”
Endamê Lijneya Darayî ya Parlementoyê Mehasîn Hemdûn ragihand, daxwazên Kurdan yên di çarçoveya projeyasaya budceyê de, daxwazên yasayî û destûrî ne, lê zehmet e ku hemû bêne bicihkirin.
Mehasîn Hemdûn ku bi xwe parlementereke Ereb a Sunî ye û herwiha nûnera parêzgeha Neynewa ye, bal kişande ser wê yekê ku dubare bidestxistina pişka %17 a budceya Iraqê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, karekî zehmet e û li gorî navçeyên wêranbûyî yên Iraqê, dîsa jî pişkekî baş gihiştiye Herêma Kurdistanê.
Herwiha budce û pişka hêzên Pêşmerge di nav hêzên bejahî yên Iraqê de hatiye diyarkirin.
Rudaw
