• Monday, 16 February 2026
logo

Çavuşoglu û Pompeo îro dicivin; Mijar YPG û Gulen!

Gulan Media November 19, 2018 Nûçe
Çavuşoglu û Pompeo îro dicivin; Mijar YPG û Gulen!
Wezîrê Derve yê Tikeiyê, Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîka, Mike Pompeo li Waşingtonê dicivin. Çavuşoglu got, YPG û Gulen du babetên sereke ne, ku li pêşiya têkiliyên Enqere û Waşingtonê bûne asteng û diyar kir, ew dê bi Pompeo re li ser herdu mijaran gotûbêjê bike.



Mevlut Çavuşoglu ku bi serdanekê li Amerîkayê ye, duh roja Yekşembiyê 18ê Mijdara 2018 li Konsulxaneya Tirkiyê ya li New Yorkê bi nûnerên civaka tirk a li Amerîkayê re hevdîtin pêk anî.



Mevlut Çavuşoglu li New Yorkê û di daxuyaniyeke berî hevdîtina xwe li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê de, ku dê li Waşingtonê were encamdan, ragihand ku rêkevtina Tirkiyê ya bi Amerîkayê re ne tenê ji bo Minbicê ye û bo deverên din e jî û diyar kir, ew hewl didin Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku wî weke baskê PKKê yê li Sûriyê bi nav kir, li Rojhilatê Firatê jî nehêlin.



Li New Yorkê wezîrê derveyê Tirkiyê bal kişand ser têkiliyên di navbera Enqere û Waşintonê de û got, niha têkiliyên navbera herdu welatan di rewşeke nebaş de ne.



Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin, ew dê îro li Waşintonê li gel Wezîrê Derve yê Amerîka, Mike Pompeo bicive û ew dê bi hev re wan mijaran gotubêj bikin, ku pirsgirêkan di navbera herdu welatan de çêdikin.



Çavuşoglu careke din dilgiraniya welatê xwe ji pêwendiyên navbera Amerîka û YPGê anî ziman û got, yek ji wan mijarên ku pirsgirêkan di navbera Enqere û Waşingtonê de çêdike, piştevaniya Amerîka bo YPGê ye.



Çavuşoglu wiha axivî: “Weke tê zanîn, pêwnediyên me li gel Amerîkayê nebaş in û wê yekê jî vedigerînin bo Qeşe Bronsun. Di demekê de ku du mijar pêwendiyên me li gel Amerîkayê aloz dikin. Yek ji wan ev e ku Amerîka li Sûriyê piştgiriya YPG/PKKê dike. Tevî ku dizanin herdu heman rêxistin in û li gel wan dicivin, şaşiyeke mezin e ku ew hemahengî bi pêwîst were dîtin. Ya duyem jî radestnekirina serdesteyê êxistina terorîstî ya Gulen û hevalên wî ne, ku berpirsyarên sereke yên hewla kûdetaya serbazî ya 15ê Tîrmehê ne. Wan du babetan gelek em nîgeran kirine. Bi cîbicîkirina wan du mijaran, dê pêwendiyên me li gel Amerîkayê asayî bibin û dê geştir bibin.”



Tirkiye li hebûn û bihêzbûna YPGê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê nîgeran e û li dijî wê yekê ye, ku navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê di bin kontrola wê hêzê de bin.

Herwiha Tirkiye ji hevkarî û piştgiriya Amerîkayê bo YPGê gelek nerazî ye û çendîn caran daxwaza rawestandina wan têkiliyan ji rêveberiya Waşingtonê kiriye.



Bi wan hincetan Tirkiyê du operasyonên bi navê Mertala Firatê û Çiqla Zeytûnê di nav axa bakurê Sûriyê û li dijî YPGê pêk anîne û herêmeke berfireh ji Cerablusê heta Efrînê û El-Babê xistiye bin kontrola xwe.

Rudaw
Top