Koalisyona navnetewî raportên kuştina sivîlan li Sûriyê red dike
Medya dewleta Sûriyê, Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov û ajanseke nûçeyan a girêdayî DIŞI hemiyan doh Şemiyê ragihandibû ku êrîşên esmanî yên koalisyonê 40 kes kuştine û piraniya kuştiyan jin û zarok in.
Koalisyonê di daxuyaniyekê de got wê 19 êrîş li herêmê pêkanîn wek piştgirî ji bo operasyonên ser erdê yên dijî DIŞI.
Ew dibêje hemî cihên êrîşkirî armancên rewa bûn û sivîl lê nebûn.
Ew dibêje 10 êrîşên din ên esmanî ne ji aliyê koalisyonê ve bûn.
Rûsya û Sûriyê êrîşan dijî çakdaran pêk tînin û Îraqê jî êrîşên esmanî dijî DIŞIê li wê herêmê pêk anîne.
