Barzanî serexweşî li malbata nivîskarê kurd Hekîm Kakeweys kir
Serok Barzanî îro bi helkefta wefata nivîskarê kurd Hekîm Kakeweys peyameke serexweşiyê ji malbata wî re şand û xemgîniya xwe anî ziman.
Barzanî di peyama xwe de serexweşî li malbata Hekîm Kakeweys, heval û hogirên wî, rewşenbîr û nivîskarên Kurdistanê her wiha xelkê bajarê Kerkûkê re xwastiye û gotiye: Ez xwe şirîkê şîna we dibînim.
Serok Barzanî her wiha gotiye: Ez lavahiya ji Xwedayê Mezin dikim ku ruhê kak Hekîm Kakeweys bi bihuştina mezin şa bike û hedarê bide her kesî.
Nivîskarê kurd Hekîm Kakeweys duh li nexweşxaneyeke bajarê Bexdayê canê xwe ji dest da.
Basnews
