Mesrûr Barzanî û Thomas Garrett civiyan
Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser pêşhatên heyî yên li deverê de, behsa azadiya olî û rewşa Penaberên deşta Nînowayê hate kirin û her du alî tekez li ser zêdetir kirina hevkariyên Amerîkayê yên bo penaberên han hate kirin ku jiber tundûtîjî ji deverên xwe derketine û hawara xwe bo Kurdistanê anîne.
Di berdewamiya civîna han de Garrett spasiya helwestên hikûmeta Kurdistanê yên bo hevandin û hevkarî kirina wan penaberan kir û anî ziman ku bihevre jiyana aştiyane di navbera tevahiya pêkhateyên olî yên Kurdistanê de çandeke birûmet û cêyê rêzdariyê ye.
Di berdewamiya civîna han de behsa pêdiviyên seretayî yên deşta Nînowayê û vegera xelkê bo cêyên xwe bi awayekî ku gerentiya selametî û ewlekariya wan were dayîn, hate kirin.
