Neteweyên Yekbûyî mafê dewletbûnê ya Felestînê pesend kir
Di encama dengdana li Neteweyên Yekbûyî (NY) bo damezirandina dewleta Filistînê de, biryar hat standin ku mafê gelê Filistînê heye dewleta xwe ava bike û çarenivîsa xwe diyar bike.
Hat ragihandin ku pêşniyar qanûna damezirandina dewleta Filistînê ji aliyê welatê Bolivya ve bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyê (KENY) hatiye pêşkeşkirin û di dengdanê de li beramberî 6 dengên na û 12 dengên bêlayan, bi 169 dengên erê hatiye qebûlkirin.
Bi vê biryara KENYyê re mafê dewletbûnê û diyarkirina çarenivîsa xwe bo gelê Filistînê hat dayîn.
