• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Amerîkayê kir

Gulan Media November 17, 2018 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Amerîkayê kir
Îro roja şemî 17.11.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Andrew Peek Cîgirê Sekreterê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn û şandekî li gel kir ku ji çend dîplomatkarên Wezareta Derve û Balyozxaneya Amerîka li Bexda pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û her wiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda guftûgo kirin û pêşwaziyê jî li biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo dûbare şandina nefta Kerkûkê li rêya Herêma Kurdistanê kirin û bi biryarekî dirust dane zanîn û şanda mîhvan spasî helwesta Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya şandina nefta Kerkûkê li rêya boriyên Herêma Kurdistanê kir.

Her dû alî jî li ser ewe hevrê bûn ku rewşa siyasî ya piştî hilbijartinên Iraqê û hikûmeta nû ya Iraqê derfetekî nûye ji bo Herêm û Bexdayê û ji bo li gel hevdû çareserkirina kêşeyan û hemahengî û hevkariya zêdetir û hêviya wê yekê xwestin ku girift ji bo wê derfeta nû neyê dirust kirin.

Rewşa parêzgeha Nînowa û Navçeyên Kurdistaniyên Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û di derbarê rêyên asayîbûna rewşa wan navçeyan û berçavgirtina maf û daxwazên pêkhatên olî û neteweyiyan û vegerana koçberan û çawayiya birêvebirina wan navçeyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo rola Pêşmerge ya li şerê dijî Da’îş û dabînkirina aramiyê de hebû û tekez li wê yekê kir ku Amerîka herdem rêzeke taybetî ji bo azayetî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê heye.

Top